Mesrûr Barzanî û Konsulê Amerîkayê behsa pêşxistina têkeliyan kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 24ê Tîrmeha 2023an pêşwazî li Konsulê nû yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Mark Straw kir.
Di civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Konsulê nû yê Amerîka li Herêma Kurdistanê kir ji ber destbikarbûna wî di erkê xwe yê nû de û daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşdebirina pêwendiyên xwe bi Amerîkayê re nîşan da.
Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi pêwendiyên dîrokî û dostane yên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de kir û spasî û pêzanîna Herêma Kurdistanê ji bo berdewamiya alîkarî û piştevaniya Amerîkayê dubare kir.
Konsulê giştî yê nû yê Amerîkayê amadebûna welatê xwe ji bo pêşxistina pêwendiyên dualî û hevahengiyê nîşan da.
Girîngiya parastina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkên ligel Hikûmeta Federal li ser bingeha destûr û rêkeftinan, mijareke sereke ya civînê bû.




