Serok Barzanî: “Kurdistan” di ser PDK û di ser hemû berjewendiyeke din re ye

Hewlêr-KDP.info- Îro Çarşema 23ê Tebaxa 2023an Serok Mesûd Barzanî serdana qezaya Berdereş kir û li gel cemawer û çînên cuda cuda yên wê deverê civiya.
Di civînê de Serok Barzanî gotarek pêşkêşî amadebûyan kir û li gotara xwe da tîşk xiste li ser rewşa navxweya Herêma Kurdistanê û tekez li wê yekê kir ku serkeftin li yekbûnê da ye û li hewlên xwe yên ji bo pêkanîna yekrêziya li ser babetên niştimanî û neteweyiyan de berdewam dibe. Her di derbarê rewşa navxweya Herêma Kurdistanê Serok Barzanî ragihand nabe aliyên siyasî bikevin ser rêyekê ku ji bo dirustkirina pirsgirêk û kêşeyan ji bo PDK bi mijarên netewy bilîzin û kar ji bo lawazkirina Herêma Kurdistanê bikin. Ji ber ku Kurdistan di ser PDK û di ser hemû berjewendiyeke din re ye. Her wiha eve jî ji bo amadebûyan şîrove kir ku hilbijartin sengê meheke ji bo hukimraniyê û pêgeha aliyan û divê li wê rêyê ve aliyên siyasî baweriya gel werbigrin.
Serok Barzanî bal kişand ser peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal da û wê yekê xisterû ku Hikûmeta nû ya Iraqê li ser bingeha komek rêkeftin û prensîpên şeraket û tewazun û tewafuq hatiye damezrandin lê belê mixabin hê jî niyetê xerapê piştgûh xistina rêkeftinan her maye. Serok Barzanî tekez jî li wê yekê kir ku piştgîriya Serok Wezîrê Iraqa Federal Sûdanî dikin ji bo wê yekê ku bikarê wan rêkeftinan bi cîh bike û rêgirî lê neyê kirin.
Her di vê civînê de dergehê guftûgoyê ji bo amadebûyan hate vekirin û Serok Barzanî bersiva pirsiyar û têbîniyên amadebûyên civînê da û ew yek jî diyar kir ku kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bilî hebûna girift û qeyranan tişta ji destê wê hatiye ji bo xizmetkirina xelkê, kiriye û di hewla wê yekê de bûye çavkaniyên din ê dahatê bi taybetî di warê çandinî û geştuguzariyê de ji bo Herêma Kurdistanê dabîn bike.




