Konsulê Amerîka: Em pêbend in ku pêwendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re berfirehtir bikin

Hewlêr-KDP.info- Konsulê Amerîkayê yê Hewlêrê yê nû Mark Straw ragihand ku Amerîka dixwaze pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re baştir bike.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Amerîkayê yê Hewlêrê yê nû Mark Straw civiyan.
Nêçîrvan Barzanî, ji Mark Strawê ku nû bûye konsulê Amerîka, re serkeftin xwest û piştevaniya xwe jê re ragihand.
Herwiha Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze pêwendiyên xwe yên bi Amerîkayê rê baştir bike.
Li aliyê din, Mark Straw jî ji ber ku wekî Konsulusê Amerîkayê yê Hewlêrê hatiye erkdarkirin kêfxweşiya xwe anî ziman.
Herwiha Straw soz da ku welatê wî, bi baştirkirina pêwendiyan û zêdekirina alîkariyên hevbeş ên bi Herêma Kurdistanê rê pabend e.
Herwiha di hevdîtinê de rewşa giştî ya navçeyê û çendîn mijarên ku di berjewendiya hevbeş de ne hatin gotûbêjkirin.




