26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û wezîrê brîtanî rewşa navçeyê û çend mijarên girîng gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro Çarşema 23.08.2023an li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Wezîrê Dewletê yê Brîtanya yê ji bo karûbarên ewlekariyê Tom Tugendhat û şandeke pê re kir.

Di civînekê de ku Balyozê Brîtanyayê li Iraqê û Konsulê Giştî yê Brîtanya yê Herêma Kurdistanê amade bûn, pêşhatên dawî yên şerê dijî terorîstan û berengarbûna terorê û metirsiya DAIŞê, hilbijartin û rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, koça neyasayî bo Brîtanyayê û têkoşîna li dijî maddeyên hişber hatin gotûbêjkirin.

Herdu aliyan tekezî li ser girîngiya hevkariyên hevbeş ên Brîtanyayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo kêmkirina koçberiya neyasayî û tawanên rêkxistinkirî kirin û li ser wê yekê hevfikir bûn ku ji bo rêgirtina li belavbûna maddeyên hişber li navçeyê, hevkariyeke hevbeş ya herêmî pêwîst e û gavên pêwîst bên avêtin ji bo vê armancê. Her wiha di vê derbarê de behsa rêkeftineka lihevtêgihiştinê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Brîtanyayê da were îmzekirin hate kirin.

Di derbarê rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê da, herdu alî li ser girîngî û pêwîstiya bihêzkirina yekrêzî û yekhelwestiya navxweyî û lidarxistina hilbijartinan hemfikir bûn. Di derbarê hilbijartinan da jî Serokê Herêma Kurdistanê tekez li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê pêdagire bi lidarxistina hilbijartinan û rewabûna Herêma Kurdistanê ji hilbijartinan tê.

Di civînê de herwiha pêşhatên dawî yên li navçeyê bi giştî hatin gotûbêjkirin.

 

Nûçeyên têkildar