26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî bo malbatên şehîdan, Pêşmerge û tekoşeran: Tişta dilê xwe bi eşkere ji min re bêjin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li gel malbatên şehîd û tekoşer û helgirên madalya Barzanî û astengdarên şer û girtiyên siyasî yên li sînorê devera Badînan civiya.

Îro Dûşema 21.08.2023yê li bajarê Duhokê Serok Mesûd Barzanî bi armanca hevdîtin û agahdarbûna li rewşa jiyana wan û pêşneyar û têbîniyên wan li gel malbatên şehîdan, tekoşeran, helgirên madalya Barzanî, birîndar û astengdarên şer û girtiyên siyasî yên sînorê devera Badînan civiya.

Di civînê de Serok Barzanî gotarek pêşkeşî amadebûyan kir û balkêşa ser rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û pêwendiyên Herêma Kurdistan û Iraq a Federal.

Serok Barzanî amaje bi astengî û gef û metirsiyan kir, ku li pêş xelkê Kurdistanê hene û amaje bi nirxê pêbendbûna hişyariyên netewî û agahdarkirina ciwanan û vegera ji bo prensîban û niştimanperweriyê kir.

Serok Barzanî pêzanînên xwe bo qurbanîdan û westandina malbatên şehîdan û Pêşmerge û tekoşeran anî ziman û ragehand: ‘’We ji bo keramet û rûmeta gelê xwe xwîn da û westiyan û zehmetî dît û çi tiştek jî ji bo we bê kirin kêm e. Ez hatime guh bidim gileyî û gazind û êş û zehmetiyên we û daxwaz ji we dikim ku tişta di dilê we de ye bi aşkerayî ji bo min bibêjin.’’

Di civînê de gotûbêjekî aşkera û berfireh pêkhat û amadebûyên civînê pirs û daxwaz û têbiniyên xwe ji bo Serok Barzanî pêşkeş kirin

Nûçeyên têkildar