26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî ligel çînên cûda yên Zaxo civiya

Çavkanî: KDP.info

Zaxo-KDP.info- Di dirêjahiya serdana xwe ya devera Behdînan Yekşema 20ê Tebaxa 2023 Serok Barzanî serdana bajarê Zaxo kir û li gel çînên cûda cûdayên tixûbê Îdareya Serbixweya Zaxo civiya.

Di vê civînê de Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û xweşhaliya xwe nîşan da ku carekî din derfet rexsa li gel xelkê şehîdperwerê tixûbê Zaxo bicive. Her wiha ronahî xiste li ser wan sozan ku ji bo bi cîh gihandina projeyan û xizmetguzariya zêdetir bi xelkê Zaxo hatibûn dayîn û ragihand ku bi hemû awayekê piştevaniya ewe me ku xizmeta Îdareya Serbixweya Zaxo bê kirin. Serok Barzanî behsa ewe jî kir ku pêwîste girîngiyê bi kerta çandin û geştuguzariyê bê dayîn bo ku bingeha geşî û xweşguzeraniya zêdetir ji bo xelkê bê ferahem kirin. Her wiha ragihand ku şîreta wî ji bo Hikûmet û dezgehên peywendîdar ewe buye ku xizmetkarê xelkê bin.

Serok Barzanî balkişand li ser rewşa siyasiya Herêma Kurdistanê û wê yekê bi amadebûyan ragihand ku hewl didin bo ku yekdengî û yekrêziya aliyan dirust bibê bi taybetî li ser hêlên giştî yên niştimanî û neteweyî û pêwîste hîç aliyek ji wan hêl û berjewendiyên giştî dernekeve. Ewe jî xisterû ku PDK bi dengê xelkê û bi piştevaniya xelk hatiye û divê wê baweriyê biparêzê û hilbijartin bê encamdan.

Di derbarê peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Iraqê de, Serok Barzanî bi kurtî dîroka wan peywendiyan behs kir û balkişand li ser wê yekê ku sedema serekiya hebûna qeyran û nearamiya li Iraqê ji bo piştkirina li îmza û rêkeftinan û bi cîhnekirina destûrê ve vedigerê.

Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de daxwaz kir ku welatî ji wan gef û astengiyan bêne agahdar kirin ku têne ber xelkê Kurdistanê û tekez li ser pêdagirîbûna bi ruhê niştimanperwerî û parastina bihayan û doza rewaya gelê Kurdistanê kir.

Di beşa dawî ya civînê de dergeha pirsiyar û rexne û têbîniyan ji bo amadebûyên civînê hate vekirin û Serok Barzanî bersîv û berçavrûniyên pêwîst ji bo amadebûyan xisterû.

Her di vê serdana bajarê Zaxo de, Serok Barzanî serdana pira Delal ya li ser rûbara Xabûrê ya bajarê Zaxo jî kir.

 

Nûçeyên têkildar