26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî çû Zaxo

Çavkanî: KDP.info

Zaxo-KDP.info- Îro Yekşema 20.08.2023yê di çarçoveya serdanên xwe yên ji bo sînorê parêzgeha Duhokê de, Serok Mesûd Barzanî geheşt îdareya serbixwe ya Zaxo û ji aliyê berpirsên payebilind ên îdarî û partiyê ve pêşwazî lê hate kirin.

Serok Barzanî di serdana xwe ya ji bo Zaxo de, dê li gel çîn û xelkê wê deverê bicive û guh bide daxwazî û pêşneyarên wan.

Her di çarçoveya serdana xwe ya ji bo parêzgeha Duhokê de Serok Barznî roja înê li qeza Akrê û duhî Şemiyê jî li qeza Amêdiyê li gel çîn û xelkê wan herdu deveran civiya.

Herwiha Serok Barzanî duhî 19ê Tîrmeha 2023an li Duhokê ligel rêxistinên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) civiya.

Nûçeyên têkildar