25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kevrê biniyatî bo neh pirojên xizmetkarî li Berdereş hate danan

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info/ Hikmet Mewlud berpirsê ragehandina qaymqamiya qeza Berdereş bo rojnama Evro diyar kir ku ev proje pêkhatî bûn ji dirustkirina avahiyekî bo qaymqamiya qeza berdereş bi kojmê miliyarek û 196 milyonan, dîsa dirustkirina avahiyekî bo rêveberiya polîsên Berdereş bi kojmê 364 milyonan û dirustkirina parika berdereş bi kojmê sê miliyar û 648 milyonan, herwesa timamkirina rêya qaymqamiya berdereş û rêkî taxê 730 bi kojmê miliyarek û 720 milyonan û dirustkirina rêya Berdereşa bicûk ku ji senterê qezayê dest pêdike heta gundê şîwere bi kojmê 156 milyonan û dirustkirina qutabxaneka 18 rêzî li berdereş bi kojmê miliyarek û 926 milyon dînaran û kunkirît kirina cadên taxê şehîdan bi kojmê 807 milyonan û dirustkirina yarîgeheka biçûk li taxê xêlekî bi kojmê 151 milyonan û qêrrikirina cada berdereş daretû bi kojmê miliyarek û 100 milyonan dînaran

Nûçeyên têkildar