26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kurdên cîhanê wefadariya xwe bo şehîdên Helebcê diyarkirin

Çavkanî: KDP.info

Li rojihelatê Kurdistanê bi çendîn çalakyên cuda cuda kurdan wefadariya xwe bo şehîdên Helebcê diyarkirin û li bakurê Kurdistanê jî çendîn çalakî bi saxkirina wê rojê hatine sazkirin û Helebce wek birîna gelê kurd hate binavkirin û hate ragehand ku sarêjkirina birîna Helebce dê bi azadiya Kurdistanê ve hêtekirin.


Ferhad Rustemî çalakivanê mafê mirovî li rojihelatê Kurdistanê ragehand ku li zankoya Tehran û Urmyê û çendîn zankoyên dî li îranê qutabyên kurd bi çalakyên cuda cuda wefadariya xwe bo şehîdên Helebcê diyarkirin û ragehandin ku dojmnên gelê me hemû rêkên dijî mirovahî bikar înan da ku kurdan jinav biben lê evroke kurd pitir ji her demekê bi hêzin û ber bi avakirina dewleta xwe diçin û ji ber wê yekê jî roja 16 adarê dê herdem bo kurdan wek roja bîrînana şehîdan be û kurdin çu demekê Helebcê û tawanên ku rijêma beisa jinavçûyî deriheq gelê kurd kirîne jibîr naken.


Li aliyê dî li bajarên Amed û Mêrdîn û gelek bajarên dî yên bakurê Kurdistanê jî xwenîşadanên mezin hatine sazkirin û welatyên kurd diyarkirin ku Helebce çu demekê nahête jibîrikirin û divêt welatên cîhanê li hember tawanên ku deriheq gelê kurd hatinekirin bêdeng neb, çunku Helebce û kuştara robuskî li ber çavê cîhanê hatinekirin û heta niha jî welat û saziyên ku behsê mafê mirovî dikin berpirsiyariya xwe li hember wê yekê bicih neynayne û baştirîn bersiv bo wê yekê jî bêguman yekgirtina hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanî ye û divêt hemû aliyên siyasî yên kurd roja 16 adarê bikine roja yeketiya navimala kurdî.


Li aliyê dî li gelek welatên Ewropa û Rosiya jî kurdan bi çalakyên cuda cuda roja 16 adarê saxkirin û wefadariya xwe bo şehîdên Helebcê û hemû şehîdên Kurdistanê diyarkirin

Nûçeyên têkildar