Kurdên Êzdî: Tenê PDK pişta Êzdiyan û pêkhateyan digre

Duhok-KDP.info- Kurdên Êzdî dibêjin, tenê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) piştgiriya Êzdiyan û pêkhateyên din ên Kurdistanê dike û PDK û rêbaza Barzanî bûne yên ku bi dirêjahiya dîrokê piştevaniya Êzdiyan kirine.
Serokê Desteya Bilind a Navenda Rewşenbîrî û Civakî ya Laleş Seîd Cirdo ji malpera KDP.info re ragihand: “Di 77mîn salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de em bang li hemû aliyan dikin ku yekrêz û yekgirtî bin. PDK hertim destê wekheviyê dide hemûyan û PDK piştevanê xelkê Kurdistanê ye.”
Cirdo wiha got: “Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi dirêjahiya dîrokê hertim piştevaniya hemû pêkhateyan bûye bi taybet jî Êzdî û Serok Barzanî jî herdem Êzdiyan wek kurdên resen daye nasandin.”
Herwiha rewşenbîr û kesayetiya civakî Xelat Elyas ji malpera KDP.info re ragihand: “Damezrandina PDK pêwîstiyeke girîng bû ji bo gelê Kurdistanê, wê demê gelê Kurd di nava bêhêviyeke mezin de bû. Gelê Kurd bi hebûna PDK karî qonaxên mezin ber bi pêşve biçe.”
Li gorî Xelat Elyas, her ku PDK bihêztir bûye, hebûna Kurdan bihêztir bûye ji ber ku PDK ji nava êş û azarên gel hatiye û li herçar parçeyên Kurdistanê xwedî kûrahiyeke mezin e. Tenê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) piştgiriya Êzdiyan û pêkhateyên din ên Kurdistanê dike û PDK û rêbaza Barzanî bûne yên ku bi dirêjahiya dîrokê piştevaniya Êzdiyan kirine.




