Bicihînana madê 140 û vegerandina ser bi herêma Kurdistanê ve ji nû dê azad bin

Serokê desteya şîretkariya Şebekan bo Evro diyarkir ku ji sala 2003 were ta nuke 54 gundên şebek têda dakincî ku pêk dihên ji qezayên mûsil û tilkêf û başîkê û qereqûş û nahyên bertile, nemrud û başîkê bi xwevedgirin 1222 welatyên şebek şehîd bwîne û bwîne qurbanî karên tîrorstî.
Hevdem, Salim Cume Xidir serokê desteya şîretkariya şebekan got: (em bi hîvî ne her zû madê 140 bi hête bi cihînan bi vegirîn ser herêma Kurdistanê ji 2003 were ta nuke şerê me eve ye, bi hêyne ser Kurdistanê ve û evro berî subehî çunku bi cihînana wî bo şebekan geleka giring e, da ji kiriyarên tund witîjiya digel şebekan dihêtekirin qurtalibîn, eva li deverên şebekan dihête kirin şerê azadî ye û heke em vegirîne ser herêma Kurdistanê dê jinû azad bîn, serokê desteya şîretkariya şebekan xweşhaliya xwe jî diyarkir hember zêdekirina budca madê 140 û aşkerakir çend rêyek bi hêne xweşkirin bo bi cihînana vî madî dê baştir bît, ev xelkê zerrer mend bûyî parê xwe werbigire û rapirsîn
Bihête kirin çunke bi tenê ev made dê bikare arîşên evan deveran çarserket û eve armanca hemî pêkhatên evan deveraye.
Salim Şebekî ew çendjî neveşart û got: (heta nuke şebekan çu rêveberên giştî ya cêgir wezîr yan şîretkarek nîne xwast jî ku şebkan qunslek ji der ve hebît, yan wezîrek yan endam perelemanekê fexirî jî şebekan di perlemanê Kurdistanê da hebe başe çunko şebek kurdên resenin, serokê desteya şîretkariya şebkan xwast rojên dahatî û taybet deva helbijartinan da hikûmeta herêma Kurdistanê mafên şebekan bereçav werbigire).
Hevdem li dûv amarên desteya şîretkariya şebekan bi dest rojnama evro xistîn têda hatine diyarkirin ku 300 ta 350 hizar şebek hene, belê wek desteya şîretkariya şebekan dazanîn jî ku li dûv amarên netewên yekgirtî şebek ta 450 hizarin




