26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: PDK û rêbaza Barzanî hertim parêzer û bergirîkarê doza rewa ya gelê Kurdistanê ne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî di 77 saliya damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de peyamek belav kir û tê de ragihand, PDK û rêbaza Barzanî hertim parêzer û bergirîkarê doza rewa ya gelê Kurdistanê ne.

Ev jî tekesta peyama Serok Barzanî ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta 77mîn salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û serkirdayetî û kadîr û endam û alîgirên PDK û hemû xelkê Kurdistan û xebatgêr û azadîxwazan dikim.

Di vê bîranînê de hurmet û pêzanînên min ji bo xebat û qurbanîdana cemawerê PDK heye ku di qonaxên dijwar û çarenûsazan de herdem hewêna xweragirî û berdewamî û kolnedan û bihêztirbûna doza gelê Kurdistanê bûne.

PDK û rêbaza Barzanî li berê û niha û di pêşerojê de herdem cihê hêvî û dest û pazuya bihêz a Kurdistan û parêzer û bergirîkarê doza rewa ya gelê Kurdistanê ne û pêwîst e serkirdayetî û cemawer û endamên PDK di asta wê berpirsiyariya mezin de bin.

Nemirî ji bo şehîdên rêya azadiyê

Mesûd Barzanî
16ê Tebaxa 2023”

Nûçeyên têkildar