26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Şanazî ye ku PDK heta niha jî bi germî di meydana xebatê de ye û nûnertiya gelê Kurdistanê dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî di salvegera damezrandina PDKê de ragihand ku şanazî ye ku PDK piştî temenekî dirêj, heta niha jî bi germ û gurî di meydana xebatê de ye û nûnertiya gelê Kurdistanê dike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi boneya damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî wiha got:

“Bi rêz û rûmet salvegera bûyer û werçerxaneke mezin a çarenivîsaz di dîroka gelê Kurdistanê de dikin.

Bi germî pîrozbahiyê li Serok Barzanî, malbat û kesûkarên şehîdan, polîtburo û komîteya navendî û hemû organ, kadro û endamên PDKyê dikim.

Şanazî ye ku PDK piştî temenekî dirêj, heta niha bi germ û gurî di meydana xebatê de ye û nûnertiya gelê Kurdistanê dike.

Ji bo rûbirûbûn û çareserkirina astengî û bidestxistina siberojeke baştir û bi hêvî, rêbertiya xelkê Kurdistanê û armancên wê yên bilind dike.

Îro wekî dîrok û dana qurbaniyan, erk û berpirsyariyên PDKyê dîrokî û mezin in.

Divê wekî her demê erk û berpirsyariyên xwe bîne cih, hemû kesî li hev kom bike û ji bo çareserkirina pirsgirêkan înisiyatîvê wergire.

Divê parêzer û pêşengê tebayî, yekrêzî, bihevrebûn, hevqebûlkirin û alîkariyê be.

Divê rola xwe ya aktîv û bibandor di parastina azadî, demokrasî, maf û destkeftên destûrî yên gelê Kurdistanê û ferzkirina federaliyê de bibîne.

Silav li hemû endamên partiyê, ji we û hemû gelê Kurdistanê re hêviya serkeftinê dikim.”

Nûçeyên têkildar