Şûnwarekê berî 2700 salan li parêzgeha Duhok dihête dîtin

Dihok-KDP.info/ Dr. Hesen Ehmed rêveberê şûnwarên parêzgeha Duhokê aşikira kir ku peykerê şêrekî duhî li komelgeha kelekçî li ser rûbarê xazir hate dîtin ku dîroka wî bo berî 2700 salan dizivirre û got: Dîtina vî peykerî tiştekê siruştî ye û li hemû cîhanê gelek caran tiştên wesa yên neçaverêkirî ji erdî derikevin û dê bo muzexana Duhok ya nîştmanî bihête veguhastin




