PDK bi armanca mafên netewî û xizmeta gel hatiye damezrandin

Hewlêr-KDP.info- Di salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de, kadroyên PDKê amaje bi wê yekê dikin ku armanca damezrandina PDKê xizmetkirina gel û bidestxistina mafên netewî bû.
Kadirê pêşkeftî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Zeyto Seîd Gaznayî ji malpera KDP.info re ragihand: “Di 16ê Tebaxa 1946an de damezrandina PDKê bi serokatiya Barzaniyê nemir pêwîstiyeke dîrokî bû. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo pêşdebirina têkoşîna gelê kurd û berdewamkirina tevgera rizgarîxwaz a kurd bi awayekî baş û rêxistinkirî hat avakirin. PDK doza gelê Kurd ji dozeke navxweyî veguherî pirseke cîhanî.”
Zaito Seîd Gaznayî wiha got: “Bi helkefta 77 saliya damezrandina partiya me, pîrozbahiyê li gelê Kurd û malbatên serbilindên şehîdan dikim. PDK bi dirêjahiya dîrokê gelek qurbanî daye ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelên me. Niha jî PDK bi serokatiya Serok Barzanî hertim di rêza pêşî ya xebat û qurbanê ye ji bo bidestxistina hemû mafên gelê Kurd û gelên di nava Kurdistanê de bêyî cudahiyên olî, mezhebî û etnîkî.”
Endama Sekreteriya Yekîtiya Jinên Kurdistanê Şeyma Mistefa ji malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re ragihand: “16ê Tebaxê salvegera damezrandina partiya me li Serok Barzanî û endamên PDKê pîroz dikim. Destkeftên niha yê Kurdistanê bi saya xebata PDKê bidest hatine. PDK berjewendiyên gelê me di ser berjewendiyên kesayetî û hizbî re datîne. Di esasê xwe de PDK ji bo xizmeta gelê Kurd hatiye avakirin û herwiha ji bo bidestxistina armancên netewî û niştîmanî.”




