Bi Amadebûna Serokwezîrê Kurdistanê Komkujiya Helebce Hate Bîranîn

Duhî li Bajarê Helebceyê bi minasebeta 25 saliya kîmiyabaran kirina Bajarê han ji aliyê Rejîma Dîktator ya Besê ve merasimek girseyî hate saz kirin.
Di vê merasima han de ku, zêdetir ji 400 Nunerên biyanî, Wezîr û Parlementerên Kurd û Kurdên her çarparçeyên Kurdistanê jî amadebûn, piştî 5 deqîqe rawestan bo rêz girtin ji Şehîdan û xwendina marşa netewî ya Ey Reqîb, heyet û mêwanan deste golên xwe li ser mînominta Helebceyê danîn û pişt re jî merasim bi çendîn peyv û gotarên curbicur destpê kir.
Di berdewamiya vê merasima han de Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî peyvek pêşkêş kir û ragihand ku, Helebce sembola berxwedan û mezlûmiya Gelê Kurde û tevahiya me deyindarên Helebceyêne û her çiqasî xizmeta Helebceyê bikin hîn jî her kême.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasîma 25`emîn salvegera Helebçeyê ku li Helebçeya şehîd birêve çû got: “Dema ku Helebçe hate şehîd kirin, cîhana îslamî û rojava li hemberî wê komkujiyê bêdengbûn, ji ber wê yekê niha çavê li wê yekê ye ku civaka navdewletî ku ji bo qedexekirina çekên kuştina bi kom kar bike.”
Nêçîrvan Barzanî rexne li Netweyên Yekbuyî û civaka navdewletî kir û got: “Eger dema ku Helebçe dihat kîmyabaran kirin, civaka navdewletî helwesta xwe hebûya enfal û tawanên din yên li beramberî Kurdan nedihat jiyan kirin, ji ber vê erkê exlaqî yê NY`yî û civaka navdewletiye ku wê tawanê bi jenosîn binasinînin.”
Nêçîrvan Barzanî teqez kir û got: “Em soz didin ku em Helebçe bikin bi parêzgeh û li gel cîgirê serokê Hikûmetê Îmad Ehmed jî em axivîne, tenê li ser rêya yasayî sekiniye.”
Serokê Hikûmeta Herêmê bal kişand ser kêşeyên navbera Bexdad û Hewlêrê û got: "Em amadene ji bo pêkanîna Êraqekî nû goftûgoyên şêber destpê bikin ku tê de şereketa niştimanî esas bê girtin û ji bilî wê em bi Êraqekî din razî nabin




