Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Peyamek ji Serok Barzanî

Hewlêr-KiDP.info: Serok Barzanî koça dawî ya birayê mezin ê malbata wan (Ebdulwahîd Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî) ji ber nexweşiyê ragihand.

Deqa peyama Serok Barzanî:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Webeşerî alsabiِrِîn Alezِîn aِzza asabethum musِîbetun qaluwe Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun Gelê birêz û xelkê xweşdivî yê Kurdistanê, Bi dilekî tijî xemgînî û razîbûn bi qedera Xwedayê mezin radigihînin ku birayê mezin ê malbata me, Xwedê jêrazî Ebdulwahîd Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî îro înê (4ê Îlona 2026an) ji ber nexweşiyê koça dawî kir.

Xwedê jêrazî, neviyê rêberê neteweyî û ayînî, Şêx Ebdulselam Barzanî bû; mînaka dîndarî û Xwedaperestî û qencîxwaziyê bû û di heman demê de kesayetiyekî diyar û mezin ê nav malbata me bû.

Ji Xwedayê mezin dixwazin, giyanê pak ê Xwedê jêrazî bixe ber siya rehma xwe û bi bihuşta fireh şad bike.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun

 

Mesûd Barzanî

4ê Îlona 2026