Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 24.03.2025 Di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Qeterê de, Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Dewheyê bi Serokê Dezgeha Weberhênanê ya Qeterî Şêx Bender bin Mihemed al Sanî re civiya.
Di wê civînê de ku Serokê Civata Birêvebirina Dezgeha Weberhênanê Mihemed Sweydî jî tê de amamde bûbû, tekez li ser giringiya pêşxistina peywendiyên dualî di warên weberhênan û enerjî û jêrxaneya aborî û çaksazîkirina di sîstema bankê de hat kirin.