Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî gihîşte Dewha û ligel Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeter civiya

Hewlêr-KDP.info: Îro Duşem, 24ê Adara 2025an, Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi serdanekî û vexwendineke fermî gihîşte Dewhayê, paytexta Qeterê û di gel gihîştina xwe de ligel Şêx Mihemed bin Ebdulrehman Al Sanî, Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Dewleta Qeterê civiya.

Di civînê de, li gel guftûgo kirina dawî pêşhat û guhertinên Iraq û herêmê, wan fikir û ramanên xwe jî derbarê xurtkirina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Dewleta Qeterê de guhertin.