Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PDK û YNK di civîna îro de gehiştin rêşnivîsa dawî ya hevbeş

Hewlêr-KDP.info: Endamekî şanda bilind a danûstandinkar a Partiya Demokrat a Kurdistanê ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê eşkere kir ku di civîna îro de, PDK û YNK gehiştine dawî rêşnivîsa dîtina hevbeş.

îro sêşemê 18'ê Adara 2025,herdu şandên bilind ên danûstandinkar ên Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li baregeha Mekteba Siyasî ya YNK li Hewlêrê civiyan. Armanca sereke ya civînê zûtirkirina hewlan bû ji bo pêkanîna kabîneya dehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Derbarê civînê de Piştîwan Sadiq endamê şanda bilind a danûstandinkar a PDK ragihand: "Civîna îro ya her du şandên bilind ên danûstandinkar ên PDK û YNK li Hewlêrê erênî bû."

Herwiha ragihand: "Di civînê de her du alî gehiştin dawî rêşnivîsa dîtina hevbeş ji bo qonaxa pêş ku dibe amrazek ji bo pêkanîna hikûmet û damezraweyên din û baştir xizmetkirina hemwelatîyan."

Ev di demekê de ye ku roja yekşema borî Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bafil Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Hewlêrê civiyabûn.

Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê civînê de li tora civakî ya X nivîsîbû: "Me gotûbêj li ser gav û rêkarên pêkanîna kabîneya dehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê kir."

Herwiha nivîsîbû: "Me her du aliyan civîna xwe bi erênî helsengandin û em li ser girîngiya pêkanîna hikûmeteke bihêz û yekgirtî û xizmetkar hemra bûn."