Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Peyama Serok Barzanî ya salvegera 55 salî ya peymana 11 ê Adarê

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî peyamek di salvegera peymana 11ê Adara 1970î de belav kir û tê de ragihand, “Ew peyman berhema têkoşîn û xebata Pêşmerge û kadîrên partî û hemû çînên Kurdistanê ya li şoreşa Eylûlê bû.”

Naveroka peyama Serok Barzanî:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Peymana 11 ê Adara 1970 ya bi rêberiya Barzaniyê Nemir, destkefteke dîrokî û girîngê xebata gelê Kurdistanê ye. Yekemîn car Hikûmeta Iraqê beşek ji mafên gelê Kurd pejirand û ew derfet hate holê heta gelê Kurdistanê bikarê kar li ser xwe birêvebirin û bihêz kirina ziman û kultûr û dabîn kirina aramiyê bike. Ew peyman berhema têkoşîn û xebata Pêşmerge û kadîrên partî û hemû çînên Kurdistanê ya li şoreşa Eylûlê bû û hilgirê waneya stratejî û girîng bû ji bo qonaxên paşê yên xebata tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê û bûye sedema bihêztir bûna doza rewaya gelê Kurdistanê.

Li 55 salvegera peymana yanzdehê Adarê da hezaran silav ji bo ruhê pakê şehîdên şoreşa Eylûl û hemû şoreşên Kurdistanê re dişînîn û rûmeta me ji bo hemû Pêşmerge û xebatgêrên şoreşa Eylûlê heye ku bi berxwedan û pêdagirî û moral û ureya polayî destkeftên mezin ji bo gelê xwe mîsoger kirin.

 

 

Mesûd Barzanî

11ê Adara 2025