Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî û Macron tekezî li parastina mafên Kurdan li Sûriyeyê kir

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û   Emmanuel Macron Serokkomarê Fransayê şeva borî bi rêya telefonê hevdîtinek pêk anî û li ser pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê, pêşhatên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser hevdîtinê daxuyaniyek belav kir. Serokatiya Herêma Kurdistanê got: “Her du aliyan girîngiya hewlên ji bo parastina aramî û îstiqrara li herêmê dubare kir. Her wiha berdewamiya diyaloga Herêma Kurdistanê ya li gel Hikûmeta Federal a Îraqê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo aramiya Îraqê wekî tiştekî girîng nirxandin.”

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê:“ Macron jî dubare kir ku Fransa dê berdewam piştgiriya Îraq û Herêma Kurdistanê bike û Fransa bi girîngiyeke mezin li pêwendiyên xwe yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê dinêre.

Her du alî li ser giringiya parastina mafên pêkhateyan li Îraq û Sûriyeyê hevbîr bûn û li ser parastina mafên Kurdan li Sûriyeyê tekez kirin û çend mijarên din ên girîng nirxandin.”