Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî pêşwazî li Desteya Serokatiya ENKSê kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî îro Sêşema 21.01.2025 pêşwazî li Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir.

Di hevdîtinê de, rewşa siyasî û ewlehî ya Sûriyê, encamên gotûbêjan û nêzîkbûna aliyên Kurdî li Sûriyê û serdana Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk bo Serok Barzanî hatin gotûbêjkirin.

Herwiha di hevdîtinê de, Serok Barzanî tekezî li ser yekrêzî, hevahengî û karê hevbeş yê aliyên Kurdî li Sûriyê kir.