Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî û Konsulê Îranê li ser guhertinên li navçeyê axivîn

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî destpêkirina karî li Konsulê Giştî yê nû yê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê pîroz kir, herwesa tekezê li ser giringiya peywendiyên navbera Tehran û Hewlêrê kir.

Serok Mesûd Barzanî îro Pêncşema 09.01.2025 li Pîrmamê di hevdîtinêekê de destpêkirina karî li Konsulê Giştî yê nû yê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê Feramerz Esedî pîroz kir û daxwaza serkeftinê di erkê nû de jî ji wî re kir.”

Her di wê hevdîtinê de tekezî li ser giringiya peywedniyên navbera Komara Îslamî ya Îranê û Herêma Kurdistanê jî hat kirin, herwesa rewş û guhertinên Rojhilata Navîn û deverê bi awayekî giştî jî mijarên tewerekî din ê wê hevdîtinê bûn.