Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Konsulê Filistînê spasiya Serok Barzanî dike

Hewlêr-KDP.info- Îro Pêncşema 09.01.2025 Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Filistînê li Hewlêrê Nezmî Hizûrî kir.

Konsulê Giştî yê Filistînê li Hewlêrê Nezmî Hizûrî, ku ji ber bidawîhatina erkê xwe li Herêma Kurdistanê serdana Serok Barzanî kir, di wê hevdîtinê de spasiya piştevaniya Serok Barzanî di dema erkê wî li Kurdistanê de kir.

Serok Mesûd Barzanî jî ji aliyê xwe spasiya Konsulê Giştî yê Filistînê li Hewlêrê Nezmî Hizûrî kir û daxwaza serkeftinê di erkê nû de ji wî re kir.

Dawî pêşhat û guhertinên deverê jî mijarên tewerekî din ê wê hevdîtinê bûn.