Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî tekezî li ser yekrêziya aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî îro 8.1.2025 pêşwazî şandeke Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir.

Di civînê de gotûbêj li ser rewş, pêşhat û guhartinên dawî yên li Sûriyê û herwiha helwesta aliyên Kurdî li hember guhartinên niha hatin kirin.

Di hevdîtinê de, Serok Barzanî tekezî li ser piştevaniya doza gelê Kurd li Sûriyê, pêwîstiya yekrêzî û yekhelwestiya aliyên Kurdî, berçavgirtina berjewendiyên gelê Kurd li Sûriyê û piştbestin bi diyalog û rêkarên aştiyane kir.