Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî rêz û spasiyên gelê Kurd pêşkêşî Îsmaîl Bêşikçî kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê rêz û spasiyên gelê Kurd pêşkêşî hizirmend û civaknas û nivîserê Tirk û dostê gelê Kurd Îsmaîl Bêşikçî kir. Îsmaîl Bêşikçî jî tekez li ser piştgiriya xwe û Weqfa Îsmaîl Bêşikçî ya berdewam ji bo mafên rewa yên gelê Kurdistanê kir.

Li bajarê Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya bîrmend, civaknas, nivîskarê navdarê Tirk û dostê gelê Kurd Îsmaîl Bêşikçî kir.

Di dîdareke dostane de Serok Nêçîrvan Barzanî li ser navê Herêma Kurdistanê spasiya Îsmaîl Bêşikçî kir ku berdewan piştevanî û bergiriyê ji mafên gelê Kurd dike, herwiha xebatên Weqfa Îsmaîl Bêşikçî, bi taybetî di warê Kurdolojiyê de, bilind nirxandin.
Ji aliyê xwe ve, Bêşikçî kêfxweşiya xwe ji bo serdana Herêma Kurdistanê û pêşkeftinên wê nîşan da û tekez li ser berdewamiya piştevaniya xwe û Weqfa Îsmaîl Bêşikçî ji bo mafên rewa yên gelê Kurd kir. Herwiha geşbîniya xwe ya ji bo pêşeroja gelê Kurd diyar kir.
Di civînê de parêzgarê Hewlêrê, hejmarek ji mamostayên Zanîngeha Selahedînê û rêveberên Weqfa Îsmaîl Bêşikçî amade bûn.