Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî cejna Rojiyên Êzî li Êzidiyên Kurdistanê pîroz kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi helkeftina cejna Rojiyên Êzî, peyameke pîrozkirinê arasteyî welatiyên Êzidî dike û dibêje, “Ez hîvîdarm bi xêr û xweşî û tenahî rojên cejnê biborînin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Pêncşema 19.12.2024 bi helkeftina cejna Rojiyên Êzî peyameke pîrozkirinê arasteyî welatiyên Êzidî li Kurdistanê û cîhanê kir.

Ev jî tekista peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî ye:

Ez pîrozbahiyên germ arasteyî xûşik û birayên Êzidî li Kurdistanê û cîhanê dikim û cejna Rojiyên Êzî li wan pîroz dikim. Ez hîvîdar im ew bi xêr û xweşî û tenahî rojên cejnê biborînin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê xizmetkirina xûşik û birayên Êzidî û hemû tex û çînên civaka Kurdistanê bi erkê serekî yê xwe dizane û pêgîrîbûna xwe bi bihêzkirina kiltûrê pêkvejiyanê tekez dike.

Cejna Rojiyên Êzî pîroz be û hertim şad bin.

 

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê”