Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî pêşwaziyê li daxuyaniya Ehmed Şeri ya derbarê gelê Kurd li Sûriyê dike

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî îro 15.12.2024 pêşwazî li daxuyaniya Ehmed Şeri ya li ser gelê Kurd li Sûriyê kir û ragihand, “Pêwîst e Kurd, Ereb û hemû pêkhateyên din ên Sûriyê sûdê ji vê derfetê werbigirin, ji bo bi hev re beşdarî damezirandina Sûriyeyeke aram, azad û demokratîk bibin.”

Daxuyaniya Serok Barzanî:

“Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Min daxuyaniyeke birêz Ehmed Şeri ya li ser gelê Kurd li Sûriyê dît ku gelê Kurd wek beşek ji welat û hevparê Sûriya pêşerojê binav kiribû.

Em vê nerîna li ser Kurdan û pêşeroja Sûriyê cihê dilxweşiyê û em pêşwaziyê lê dikin û hêvîdar in ku ev yek bibe destpêka rastkirina pêvajoya dîrokê û sererastkirina reftarên çewt û nedirust ên li hember gelê Kurd li Sûriyê hatine kirin.

Ev cure nêrîn ji bo avakirina Sûriyeke bihêz rêxweşker in û pêwîst e Kurd, Ereb û hemû pêkhateyên din ên Sûriyê sûdê ji vê derfetê werbigirin, ji bo bi hev re beşdarî damezirandina Sûriyeke aram, azad û demokratîk bibin.

Mesûd Barzanî

15.12.2024”