Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî îro 3ê Berçile pêşwazî li Balyozê Rûsyayê li Iraqê Ilbrus Kutraşev kir.
Di hevdîtinê de ku Konsolê Rûsyayê Maxim Rubin jî amade bû, Balyozê Rûsyayê pîrozbahiya serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê li Serok Barzanî kir û amaje bi wê kir, encamdana serkeftiyane ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di keşeke aram de û bi beşdariya hijmareke berçav a xelkê, destkeftek mezin e bo Herêma Kurdistanê.
Di beşeke din ya hevdîtinê de, behsa pêngavên proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê û pêkanîna kabîneya nû hat kirin.
Peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de, pêşhatên navçeyê û metirsiyên terorê, mijarên din ên hevdîtinê bûn.