Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Îtalya rewşa Sûriyê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Nicolo Fontana Balyozê nû yê Îtalyayê li Iraqê kir û di civînê da Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li Nicolo Fontana kir û ji bo serxistina erkê wî hemû hevkarî û piştevaniya xwe û Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar nîşan da û her wiha dupat kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze peywendiyên xwe bi Îtalyayê ra pêşve bibe.
Ji aliyê xwe ve Balyozê Îtalyayê kêfxweşiya xwe ji bo yekem serdana xwe ya Herêma Kurdistanê nîşan da û spasiya piştevaniya Serok Nêçîrvan Barzanî kir û herwesa tekez li ser wê yekê kir ku welatê wî bi girîngiyê ve li peywendiyên xwe yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re dinêre û ji bo vê yekê jî di hemû waran de dê hewl bide wan peywendiyan xûrttir bike.
Peywendiyên Bexda û Hewlêrê û pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn, bi taybetî rewşa Suriyê jî di civînê da hate gotûbêj kirin.