Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî pêşwazî li şanda Zanayên Ezherê kir

Hewlêr-KDP.info- Îro Dûşema 02.12.2024 li Selaheddînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke bilinda zanayên Ezherê kir ku ji Dr Ebas Şuman Emîndarê Giştî yê Desteya Bilinda Zanayên Ezher û Dr Selame Dawid Serokê Zanîngeha Ezher û Wael Bexît Cîgirê Serokê Rêxistina Cîhanî ya Derçûyên Zanîngeha Ezher û Ehmed Fewzî Birêveberê Karûbarê Derve li Zanîngeha Ezherê pêkhatibûn.

Di vê hevdîtinê de şanda mîhvan ji bilî derbirîna xweşhaliya xwe ya bi vê serdana wan ya Herêma Kurdistanê, pesnê aramî û geşbûn û pêşketina Herêma Kurdistanê kirin û bi girîngiyê ve behsa tebayî û pêkvejiyana netewe û olên cûda yên li Herêma Kurdistanê kir wekî mînakeke serkeftî ya li navçeyê.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasiya şanda mîhvanan kir û ronahî xiste li ser peywendiyên dîrokî û dostaneya di navbera gelê Kurdistanê û gelê Misirê û hêvî jî xwest, ew peywendî zêdetir bêne pêşxistin bi taybetî li warê akademî û her wiha hemahengî û hevbeşa bi navendên olî û zanistiyên zanîngeha Ezherê re.

Metirsiyên serhildana terorê û bîr û hizra tundiyê û pêwîstiya hemahengiya hemû aliyek ya ji bo parastina aramiya navçeyê û her wiha guhertinên dawî û aloziyên li Rojhilata Navîn mijarên dinê vê hevdîtinê bûn.