Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokê Herêma Kurdistanê dema civîna yekê ya Parlamentoya Kurdistanê diyar kir

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê dema rûniştina yekem civîna xula şeşem a Parlamentoya Kurdistanê aşkere kir.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şihab îro 26ê Mijdarê di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, roja 2.12.2024an yekem rûniştina xula şeşem a Parlamentoya Kurdistanê tê lidarxistin.

Dilşad Şihab eşkere kir jî, ji bo pêkanîna kabîneya dehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi aliyên siyasî re gotûbêjan dikin û got: Aliyên siyasî amadehiya xwe ji bo cîbicîkirina sozên ku di dema helmeta hilbijartinan de dane xelkê; nîşan dane.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn, piştî encamên hilbijartinan bi fermî ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ve hatin pesendkirin û roja yekem civîna parlamentoyê hat diyarkirin, tê payîn ku di rojên pêş de partiyên siyasî dest bi hevdîtinên avakirina hikûmetê bikin.