Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, “Em bi hev re dikarin guherîna avhewayê çareser bikin.”
Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina fermî ya Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev doh çû Bakuyê.
Serokê Herêma Kurdistanê îro li cihê konferansê ji aliyê Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev ve hat pêşwazîkirin.
COP29ê îro Sêşema 12.11.2024 dest pê kir û dê heta 22yê mehê berdewam bike.
Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê COP29ê peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got: “Ez kêfxweş im ku li Bakuyê beşdarî COP29ê bûm. Ev kombûna salane ji bo me firsendeke girîng e ku em ber bi pêşerojeke aramtir ve gavên bi wate bavêjin.
Serokê Herêma Kurdistanê wiha jî got: “Em bi hev re dikarin guherîna avhewayê çareser bikin û ji bo nifşên bên gerstêrkeke saxlemtir ava bikin.”