Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Bi amadebûna Serok Barzanî Danielle Mitterrand hat bibîranîn

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî beşdarî merasîma 100 saliya jidayîkbûna Danielle Mitterrand, hevjîna Serokê berê yê Fransayê Francois Mitterrand bûn ku li Hewlêrê hat lidarxistin.

Danielle Mitterrand sala 1991ê li gel Serok Barzanî û penaberên Kurd civiya û rewşa welatiyên Kurd ji nêzîk ve dît û got: “Me hewl da ku dengê Kurdan bigihe cîhanê.”

Piştre Fransa ji bo parastina gelê Kurdistanê banga civîna Encûmena Asayişa Navdewletî kir. Di encamê de jî, biryara 688 ji bo kurdan hat derxistin û li ser hêla 36 herêmeke dijefirîn û herêmeke aram hat avakirin.

Danielle Mitterrand di 29ê Cotmeha 1924an de li bajarê Verdun, li rojhilatê Fransayê jidayik bûbû û 22ê Mijdara 2011ê koça dawiyê kir.