Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayişa Niştîmanî ya Iraqê dike û pê re danûstandinan li ser hin mijaran dike.
Serok Mesûd Barzanî îro Yekşema 27.10.2024 li Pîrmamê pêşwaziya Şêwirmendê Asayişa Niştîmanî ya Iraqê Qasim Arecî kir.
Di wê hevdîtinê de, Şêwirmendê Asayişa Niştîmanî ya Iraqê Qasim Arecî serkeftina hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê li Serok Barzanî pîroz kir.
Pêşhat û guhertinên siyasî û ewlehî yên Iraq û deverê û rûbirûbûna metirsî û gefên terorê û Parastina Ewlehî û tenahiya Iraq û Herêma Kurdistanê mijarên tewerekî din ê wê hevdîtinê bûn.