Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokê Herêma Kurdistanê: Di vê serkeftinê de, gelê Kurdistanê yê ku bi ser ketiye

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê bi helkefta bidawîhatin û serkeftina hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê peyamek belav kir, ev jî naveroka wê ye:

“Bi helkefta bidawîhatin û serkeftina hilbijartinên Perlemana Kurdistanê, ez bi germî pîrozbahiyê li tevaya gelê Kurdistanê bi hemî pêkhateyên wê ve dikim. Hilbijartin û piroseya dengdanê di bihêzkirina tevgera demokrasiya gelê Kurdistanê de avêtina pêngaveke giring bû. Alîkariya hemî aliyan ji bo biserxistin û birêveçûna bê arêşe ya vê piroseyê cihê şanazî û rêzê ye. Di vê serkedtinê de, gelê Kurdistanê yê ku bi ser ketiye.

Hilbijartin nûkirina rewatiya dezgehên Herêma Kurdistanê û gehandina azadane ya hizir û dengên we bû, ji bo diyarkirina nûnerên we li Perlemanê. Ya ku di canê pêşbirkêya aştiyane û rêjeya tevlîbûnê ya berfireh a welatiyan de di nav bangeşe û piroseya dengdanê de hat dîtin wê yekê diselimîne ku, gelê Kurdistanê li ser wê yekê rijd e ku bingehên demokrasiyê û mafê xwe ji bo biryardanê li ser çarenivîs û paşeroja xwe bihêz bike, herwesa nîşana zindîtî û zêdetir avabûna çanda demokrasiyê ya gelê Kurdistanê ye.

Gelek spas ji bo welatiyan Herêma Kurdistanê, herwesa ji bo bizav û xebata hêzên ewlehiyê, Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan, hikûmet û aliyên peywendîdar ên Îraqê, UNAMI û tevaya wan aliyên ku tevlî birêvebirin û biserxistina vê piroseyê bûn. Pabendî û alîkariya we tevan kilîla vê serkeftina bû. Em destxweşiyê li hemiyan dikin û rêzê lê digirin.
Kirina hilbijatinan bi awayekî aram û şaristanî serkeftineke mezin e ku cîhan bi rêzdarî temaşe dike, lê ya ku vê serkeftinê temam dike û gelê Kurdistanê bi dilgermî ve li bendê ye ew e ku, piştî pejirandina encaman aliyên siyasî bi zûtirîn dem hikûmetê pêk bînin.

Hikûmetek ku bikare seqamgiriyeke mukomtir û aboreke bihêz peyda bike û zêdetir berdewamiyê bide mafan, pêdivîtiyeke destpêkî ya qonax û alingariyên niha û avakirina paşeroja me ya hevpar e. Ew jî bi canê bihevrebûn û tebayî û alîkariya hemî aliyên siyasî û pêkhateyan tê kirin.

Silav li canê pakij ê şehîdan.
Ez daxwaza serkeftinê ji bo hemî aliyan dikim.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê”