Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PDK serkeftinek mezin bi dest xist û li Kurdistanê partiya yekê ye

Hewlêr-KDP.info- Proseya hilbijartina xula şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê bi serkeftî bidawî hat. Di hilbijartinê de Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi ser ket û karî herî zêde deng û kursî bi dest bixe.

Li gorî encamên destpêkê yên nefermî, PDK li Hewlêrê zêdetirî 300 hezar deng bi dest xistiye, li pêş hemû partiyên din e, û PDK li Duhokê bi 350 hezar dengan serkeftineke mezin bi dest xistiye, Duhok bûye kelhek bihêztir ji bo PDKê, li parêzgeha Silêmaniyê jî tevî gef û astengiyan, PDK karî zêdetirî 50 hezar dengan bi dest bixe. Herwiha PDK hejmareke zêde ya dengan li parêzgeha Helebce bi dest xistiye.

Roja Înê 18ê Cotmehê dengdana taybet û roja Yekşemê 20ê Cotmehê jî dengdana giştî ya xula şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê birêve çû. Di dengdana taybet de rêjeya beşdarbûnê ji %97 û di hilbijartinên giştî de jî ji %72 derbas bû.

One attachment
  •  Scanned by Gmail