Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî sersaxî ji malbata Dr. Aştî Hewramî re xwest

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyameke serxweşiyê ji ber koça dawî ya wezîrê berê yê çavkaniyên xwezayî belav kir.

Îro Dûşema 21.10.2024ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyameke serxweşiyê de ragihand: “Ji ber koça dawî ya wezîrê berê yê çavkaniyên xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Aştî Hewramî sersaxiyê ji malbata wî ya birêz re dixwazim û şirîkê xema wan im.’’

Herwiha got: “Ji xwedayê mezin daxwaz dikim ruhê xwedê jê razî bi beheştê şad bike û aramî û sebrê bide hemû aliyekî.”