Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Serkeftina hilbijartinan, serkeftina gelê Kurdistanê ye

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî derbarê encamên proseya hilbijartinên giştî yên Parlamentoya Kurdistanê de peyamek belav kir û tê de pîrozbahiyê li gelê Kurdistan û alîgirên PDKê û tevahiya hêz û aliyên siyasî kir.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Spas ji bo xwedayê mezin proseya hilbijartina xula şeşema Parlemena Kurdistanê bi serkeftî bi dawî hat û xelkê Kurdistanê karîn di rewş û keşûhewayeke azad de dengên xwe bidin.

Bi piştrastiyê ve, serkeftina vê proseyê, serkeftina gelê Kurdistanê ye bi hemû pêkhat û aliyên siyasî ve. Bi vê helkeftê, ez spas û pîrozbahiyên xwe pêşkêşî gelê Kurdistanê û cemawer û endam û alîgirên Partiya Demokrata Kurdistanê û herwiha hemû aliyên siyasî dikim.

Li vir de bi pêwîst dizanim destxweşiyê li Komîsyona Hilbijartinên Iraqê û Kurdistan û hemû aliyên peywendîdar û hêzên ewlehiyê bikim ku pêkve alîkar bûn ji bo ku proseya hilbijartinê li Herêma Kurdistanê bi serkeftî bê encamdan. Hêvîdar im ev hilbijartin û encamên wê hêviyeke nû û qonaxeke nû pêk bînin ku di berjewendiya hemû xelkê Kurdistanê de be.

Mesûd Barzanî
20.10.2024”