Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Serkeftina piroseya hilbijartinan serkeftina Kurdistanê bû di ezmûneke din a demokrasiyê de

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta serkeftina hilbijartinên Perlemana Kurdistanê peyamekê parve dike ku ev tekista wê ye:

“Serkeftina piroseya hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê serkeftina Herêma Kurdistanê di ezmûneke din a demokrasiyê de bû.
Bi vê helkeftinê, ez pîrozbahiyê li tevaya welatiyan Herêma Kurdistanê bi hemî pêkhateyên wê ve dikim. Ez spasiya xweragirî û tevlîbûna çalak a welatiyan û xasma malbatên serbilind ên şehîdan dikim.
Ji ber kirin û serperiştîkirina vê piroseyê, Ez spasiya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê dikim û destxweşiyê lê dikim.
Tevî ku tevlînebûna rêjeyeke zêde ya welatiyan ji ber arêşeyên teknîkî bûye cihê nîgeraniya me, lewma pêdivî ye bizavên cidî di hilbijartinên bê de bên kirin ku ev arêşe bên çarekirin û mafê dengdanê yê her welatiyekî bi temamî bê misogerkirin.
Spasiyeke taybet ji bo hêzên Asayîşa navxwe, ji ber wê rewşa hêmin ku ji bo hilbijartinan dabîn kir.
Spas ji bo çavdêrên navdewletî ku şahidên vê serkeftinê bûn.
Ez spasiya tevaya aliyên siyasî dikim, ji ber tevlîbûna wan di vê piroseya hilbijartinan de û alîkariya wan ji bo serkeftina wê.
Bi hêviya Xwedê û bi piştevaniya welatiyan me yên dilsoz, em hêvîdar im bi hebûna perlemaneke çalak û bi tevlîbûna dilsozan û niştîmanperweran, em bikarin bi zûtirîn dem Kabîneya Dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin di xizmeta zêdetir aramî û avedanî û pêkveyî û pêşkeftina Herêma Kurdistanê de.

Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
20.10.2024”