Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Wezîrê Navxwe: Helbijartin di seqayekî aram de birêve diçe

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed li Pîrmamê deng da û piştre ragehand, hêvîdarim xelkê Kurdistanê hemû xizmetguzariyên ku hatine kirin xelat bike û wijdana xwe rihet bikin û deng bidin.

Îro Yekşema 20.10.2024ê Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ragehand, xeta yekem a parastina binkeyên dengdanê di stûryê polîs de ye û piştre jî Pêşmerge û Zêrevanî û Berevanî û Hewarçûn berpirsin, lê bi keyfxweşî ve hem li dengdana taybet û hem jî di dengdana giştî ya îro de heta naha helbijartin di seqayekî aram de birêve diçe.

Herwaha got, hêjayî gotinê ye ku em spasiya karmend, efser û payedarên polîs, asayiş û Pêşmerge bikin, bi awayekî canfedayî kar ji bo parastina Herêma Kurdistanê dikin, heman deme de ji bo parastina asayîşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û rêveçûna proseya helbijartinê kar dikin ku prose bi awayekî serkeftî birêve biçe.

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi wê yeke jî kir û got; Hêvîdarim xelkê Kurdistanê wan xizmetên hatine kirin xelat bike û vê roja dengdanê de wijdana xwe rihet bikin û dengê xwe bidin.