Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Berdevkê PDKê: Xelk dizanin dê dengê xwe bidin kê û kî dikare welat birêve bibe

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dibêje “Welat ê her kesî ye û divê em bi hev re vî welatî bi rêve bibin. Xelk dizanin dê dengê xwe bidin kê û kî dikare vî welatî birêve bibe.

Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, em hêvîdar in ku proseya dengdanê bi aramî û hevdu qebûlkirinê birêve biçe û xelk bizane dengê xwe bidin kê û kî dikare vî welatî birêve bibe.

Berdevkê PDKê derbarê binpêkirinên roja dengdana taybet de got: Weke her aliyekî din, nûner û çavdêrên me jî li navendên dengdanê hene û eger têbînî hebin, gilî kirine.

Mehmûd Mihemed derbarê rewşa piştî hilbijartinan wiha got: "Em weke PDKê deriyê me ji hemû aliyan re vekirî bûye û dê vekirî be jî. Eger ew hemû kef û êrîş wek kampanya hilbijartinê bûye û li pişt wê tiştek din tunebe, bêguma divê têgihîştin hebe û ev welat ê her kesî ye û divê em bi hev re birêve bibin.”