Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 20ê Cotmehê li Pîrmamê dengê xwe bo xula şeşemîn a hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê da.
Mesrûr Barzanî piştî dengdanê di gotarekê de got: “Hêvîdar im hemû welatiyên ku mafê wan ê dengdanê heye îro biçin ser sindoqan û biryarê li ser diyarkirina nûnerên xwe û hikûmeta xwe ya bê bidin.”
Mesrûr Barzanî hêvî xwest ku hilbijartinên îro yên parlementoyê di geşeke aram de derbas bibin û got: “Hêvîdar im gelê Kurdistanê îro xelata xizmet û dirustiya xwe bide û kesên ku bi çarenivîs û mafên gelê Herêma Kurdistanê dilîze ceza bike.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha got: “Hêvîdar im serkeftin ji bo Kurdistanê be û ez bawer im gelê Kurdistanê dê hertim biser bikeve.”