Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî dengê xwe da: Serkeftiyê yekem gelê Kurdistanê ye

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî ku dengê xwe de got: “Hilbijartin di çarçoveya pêvajoya demokrasiyê ya li vî welatî de, gaveke girîng e. Di vê pêvajoyê de yê yekemîn gelê Kurdistanê biser dikeve. Kurdistan biser dikeve.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 20 Cotmehê li navendeke Hewlêrê deng da û got: “Ez xweşhal im ku kampanyaya hilbijartinê tevî hin tiştên pir biçûk, bi aramî derbas bû. Hêvîdar im gelê Herêma Kurdistanê vê hêza xwe bikar bîne û namzedên xwe hilbijêre û bigihîne Parlamentoya Kurdistanê.”

Nêçîrvan Barzanî got jî: “Kêfxweş im ku pirsgirêk bi riya sinduqê dengdanê tên yekalîkirin. Cihê serbilindiyê ye bo gelê Kurdistanê ku hikûmet bi hilbijartinan pêk tê. Hilbijartin diyar dike ku kî li Kurdistanê bibe deselat.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got: “Ev hilbijartin ji bo me girîng e ji ber ku dîsa rewatiya saziyên Herêma Kurdistanê dide. Hêvîdar im ku îro prose bi awayekî aştiyane birêve biçe û Kurdistanî biçin ser sindoqan û namzetên xwe yên Parlamentoya Kurdistanê bo 4 salên bê hilbijêrin.”

Nêçîrvan Barzanî got: “Piştî hilbijartinan hemû aliyên siyasî azad in ku bi hev re rûnin û nexşerêya hevpeymaniyê diyar bikin. Ev di her proseyekê de asayî ye, lê ya giring e û dixwazim amaje bi vê yekê bikim ew e ku ev hilbijartin serkeftina gelê Kurdistanê û hemû pêkhateyên li Herêma Kurdistanê ye.”