Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Parêzgarê Hewlêrê: Dengdana taybet bi aramî û bi bêpirsgirêk birêve diçe

Hewlêr-KDP.info- Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw dibêje, proseya dengdana taybet ya hêzên ewlekarî û serbazî bi aramî û bê pirsgirêk birêve diçe.

Parêzgarê Hewlêrê Emîd Xoşnaw îro 18ê Cotmehê bi berpirsê Ofîsa Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Hewlêrê Merwan Mihemed Necar û Rêveberê Karûbarê Navxwe yê Parêzgehê Xesro Xazî serdana çend navendên dengdanê yên parêzgeha Hewlêrê kirin.

Parêzgarê Hewlêrê got: “Xweşbextane heta niha ti binpêkirin nehatine tomarkirin û proseya dengdanê bi aramî birêve diçe û ti pirsgirêk li ti navendeke dengdanê derneketine.”

Herwiha got: “Prose bêyî ti pirsgirêkekê birêve diçe û em hertim li ser bi Ofîsa Hewlêrê ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê re li ser xetê ne, eger pirsgirêk hebin, çareser dikin.

Xoşaw derbarê hilbijartina giştî ya 20ê vê mehê, wiha got: “Me hemû amadekarî ji bo hilbijartina giştî kirine. Hêvîdar im hilbijartina giştî jî wek ya taybet li Hewlêrê bi başî birêve biçe.”