Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Sîhad Barzanî: Em amade ne bi xwînê be yan jî bi dengdanê be parastina Kurdistanê bikin

Hewlêr-KDP.info- Fermandarê Hêzên Piştevaniya 1 ya Hêzên Pêşmerge bang li hemû welatiyan û hêzên ewlehiyê dike ku dengê xwe bidin û dibêje “Ji bo dengdan û dana rewabûnê bi hikûmet û parlamentoya Kurdistanê rojek girîng e.”

Dengdana taybet ji bo hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê îro Înê birêve diçe. Fermandar Sîdad Barzanî piştî dengdanê, di kongreyeke rojnamevanî de got: "Ji bo dengdan û dana rewabûnê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Kurdistanê rojeke girîng e. Em weke Hêzên Pêşmerge erkê xwe dibînin ku em di vê proseyê de beşdar bibin.”

Ev hilbijartin ji bo xula şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê ye. Fermandarê Pêşmerge behsa destpêka hilbijartinên Herêma Kurdistanê kir û got “Sala 1991ê Serok Mesûd Barzanî li Koyê ev biryar da. Ji ber vê yekê em pêbend in bi biryara cenabê Serok bo parastina Kurdistanê çi bi çek û çi bi dengdanê be.”

Sîhad Barzanî bang li welatiyan kir ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin “Kurdistanê birêxistin bikin û hikûmetê bikin yek hikûmet, dabeşkirin û gendeliyê ji holê rakin û hêzên Pêşmerge bikin yek.”