Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokê Herêma Kurdistanê lêborîneke taybet ji bo hejmareke hikimkiriyan derxist

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, “Serokê Herêma Kurdistanê bi hejmara 336 lêborîneke taybet ji bo hejmareke hikimkiriyên çaksaziyên Herêma Kurdistanê derxist.”

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab Yekşema 13.10.2024 amaje da, “Li dû benda 6ê ji qanûna Serokatiya Herêma Kurdistanê/Îraq hejmar 1 a sala 2005ê ya edilandî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro fermana hejmar 336 derxist, ku lêborîneke taybet e ji bo hejmareke hikimkiriyên çaksaziyên Herêma Kurdistanê di çarçoveya piroseyeke lêborînê de ku dê berdewam be.”

Dilşad Şehab herwiha got, “Li dû wê fermanê, lêborîna taybet a Serokê Herêma Kurdistanê ji 17 hikimkiriyan digire ku, pişka zêde ya dema hikimê xwe temam kiriye û rewşa saxlemiya wan binecih nîne.”

Şehab herwiha ron jî kir ku, ew ferman raspardeyeke pêştir a Serokê Herêma Kurdistanê ye, bi pêkanîna lijneyeke hevpar a navbera Serokatiya Herêma Kurdistanê û Serokatiya Civata Wezîran û wezaretên peywendîdar û Civata Dadwerî û herwesa Desteya Mafên Mirovan li Herêma Kurdistanê, ji bo helsengandina rewşa zindan û çaksaziyan.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê herwesa got, “Wê lijneyê di dema borî de li ser rewşa wan hikimkiriyan lêkolîn kiriye, ku zêdebarî temamkirina demeke zêde ya hikimê xwe, metirsî nemaye û dikarin têkelî civakê bibin, lewma pêşniyara azadkirinê wan hatiye kirin.”

Ji aliyekî din ve, Serokê Herêma Kurdistanê ferman da ku navçeya Teqteq bibe qeza.

Dilşad Şehab ragihand: “Piştî ku Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê pêşniyara bi qezakirina Teqteq şand Serokatiya Herêma Kurdistanê, birêz Serokê Herêma Kurdistanê ew pêşniyar qebûl kir û îmze kir.”