Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PDK ne partiyeke ku were şikandin

Amîna Zikrî


PDK li ser bingeha welatparêzî û netewepeweriyê hatiye avakirin û hertim bi yekdestî û xebata hevpar bawer kiriye û di vê rêyê de hertim fedekarî kiriye. Lê rastiyek heye, ew kesê ku hertim serê xwe ji dijminên neteweya xwe re dadixe, dixwaze serê birayên wî jî li hemberî dijminan daxistîbe. Mixabin îro kesên ku bi zimanê me diaxivin pilanên dijminên me pêk tînin.

Beriya 60 salan bapîrê te (kalkê te) û piştre jî yên ku di wê rêyê de berdewam bûn, ew xewna wan her tenê wek xwin ma, lewra îro tu û yên sibe piştî te jî werin, dê wê xeyalê ligel xwe bibin..

Di dawiyê de ez dibêjim: Çi serbilindî ye ji bo mezinahiya PDKê û çi biçûkbûnek e ji bo we, ku hûn hemû mezinahiya xwe dixin xizmeta dijberî û şikandina PDKê. Ji ber vê yekê, giring e were bîra we û dizanim ji bîra we neçûye, ku dema şerê îradeyê bi PDKê re hatiye kirin, yê ku şikesti dîtiye ne PDK bûye, ku PDK ne şikestinê nas dike û ne jî bêhêvîbûnê.

Li gorî rêbaza Barzanî, me serê xwe tenê ji Xweda, dayîkayên şehîdan, ji pêşmerge, al û miletê xwe re xwar kiriye û dê xwar kin.
Em baş we nas dikin û dîroka dûr û nêzîk ji me re dibêje ku hûn herdem li aliyê şikestî bûne, ji ber ku hertim berê we li dijminên miletê me bûne û pişta we li milet bû.