Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mensûr Barzanî: Dengdan bi PDK, dengdan e bi Kurdistaneke bihêztir û aramtir

Berdereş-KDP.info- Fermandar Mensûr Barzanî îro li navçeya Berdereşê ligel ciwan û xortan civiya û di wê hevdîtinê de ragihand ku, dengdan bi lîsteya 190 ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dengdan e bi Kurdistaneke bihêztir û aramtir.

Fermandar Mensûr Barzanî bi amadebûna berpirsên Liqa neh a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li navçeya Berdereşê, ligel ciwanên wê navçeyê civiya.
Di wê civînê de Fermande Mensûr Barzanî behsa giringiya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê kir got ku divê her kes beşdarî vê proseyê bibe û dengê xwe bide Lîsteya 190 ya Partiya Demokrata Kurdistanê.

Fermande Mensûr Barzanî wiha got: “Dengdan bi lîsteya 190 ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dengdan e bi Kurdistaneke bihêztir û aramtir, ji ber wê jî em bang li hemû xelkê dikin ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin Partiya Demokrata Kurdistanê. PDK xwedî dirûşma aramî, pêkveyî, berxwedanî, avedanî ye.” Armanca PDKê xweştirkirina jiyana hemû beşên civakê û bihêzkirina pêgeha Herêma Kurdistanê ye.”